• Sunday, 08 February 2026
logo

Erdogan: Em ê li Sûriyê bimînin

Erdogan: Em ê li Sûriyê bimînin
Serokkomarê Tirkiyê, Receb Teyyîb Erdogan ragihand, Supayê Tirkiyê li Sûriya dimîne, heya wê dema gelê Sûriya digehe azadîyê.

Îro sêşemê 21.07.2020an Serokkomarê Tirkiyê di gotarekê de ku li Enqere pêşkeş kir, behsa piroseya helbijartina giştî li Sûriyeyê kir û got: “Niha helbijartin birve diçe, ewan navê wê kiriye helbijartin. Heta wê dema gelê Sûriyeyê digehe azadîyê, aştî û akincîyê, em di wî welatî de dimînin.”

Erdoganî rexne li welatan jî girt, ku bangeşeya wê yekê dikin ku di demikratiyê de pêşkevtine û got: Ew bêdengin li beranber naçarkirina hevwelatîyên Sûriyê da ku biçin ser sindûqên dengdanê.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Mûelîm di dema dengdanê û pişikdarîyê de li helbijartinên giştî yên welatê xwe ragehandibû, gelê Sûriya rijde li ser rizgarkirina axa xwe û dawî hînanê bi vemana nayasayî û narewayane ya hêzên bîyanî û ev helbijartin jî tekez dike, ku pêvajûya demokratîyê li Sûriyê dê serkeve.

Basnews
Top