• Sunday, 08 February 2026
logo

Rûsya: Vaksîna dijî Koronayê amade ye

Rûsya: Vaksîna dijî Koronayê amade ye
Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Rûslan Tsalîkov hat ragihand, Rûsyayê yekemîn vaksîna li dijî vîrusa Koronayê amade kiriye.

Yekemîn vaksîna Rûsî ya li dijî koronavîrusê, ku vîrologên serbazî bi hevkariya zanyarên Navenda Vekolînên Neteweyi “Gamaleî” pêşve dibirin, êdî amade ye. Ev daxuyanî ji aliya Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Rûslan Tsalîkov hat ragihandin.

Tsalîkov got: “Pisporên me û zanyarên Navenda Neteweyî nirxandinên dawî yên encamên testan pêk anîn. Hemû dilxwaz ên beşdarî testê bûbûn, roja derketina ji nexweşxanê, êdî bûbûn xwedî bexşandiniya (îmmunitet) dijî korona vîrûsê û tenduristiya wan baş e.”

Cîgirê wezîr da zanîn ku yekemîn koma dilxwazan 15 Tîrmehê, koma duyemîn jî 20 Tîrmehê ji nexweşxanê derketine.

Ji aliyekî din ji Zankoya Seçenovo ya Moskowê, ku tê de jî vaksîna Navenda Gamaleî dihat testkirin, hat ragihandin ku di laşê hemû dilxwazan de bexşandinî hatine aşkerekirin.

Bexşandinî piştî çend rojan tên aşkerekirin, lê hêj diyar nîne, ka maweya karîgeriya vaksînê dê çi qas bike.

Rudaw
Top