• Sunday, 08 February 2026
logo

Elmanya hoşdarîyê dide Tirkiyê

Elmanya hoşdarîyê dide Tirkiyê
Elmanyayê daxwaz ji Tirkiyê kir, kiryarên xwe yên hêrisder li derya ya Sipî ya Naverast û li Rojhelata Navîn bi gitşî rawestîne.

Roja Sêşembîyê, Hayko Mas, wezîrê derve yê Elmanya di çarçove ya serdana xwe de bo Yunanê got: Pêwîste Tiekiyê kiryarên xwe yên hêrisder li Rojhelata Navîn rawestîne.

Got jî: Derbarê geryana Tirkiyê li dûv çavkanîyên wizeyê li derya ya Sipîya Naverast, helwêsta me gele ruhn û zelale. Divê rêz li yasayên nêvdewletî bigire. Bi vajî ya wê yekê pêşkevtina peywendîyan di navbera Yekêtîya Ewrûpayê Tirkiyê çê nabe, heya Tirkiyê tevaya wan kiryarên xwe ranewestîne, ewên ku ew nawçe bi temamî hêrisdar kirîye.

Li beranber evê yekê, evro serokê Tirkiyê ragehand, Tirkiyê bo rûpîvan a cîyolocî û şandina gemîyên lêgeryanê li Derya ya Sipî ya Naverast destûrê ji kes wernagire û naçe jêr barê destûra ti kesekî.

Yunan, Misr û Qubris arîşe hene li gel hewlên Tirkiyê geryan û pişkinînê di Derya ya Sipî ya naverast û bi nerîna wan Tirkiyê sinûrê ava wan bezandî ye û bê li ber çav giritina mafê wan di deryayê de mijûlî rûpîvana ciyolocîye bo vedîtina petrol û gazê.

Tirkiyê li 4/5/2019yê tenê destûr ji Kormara Bakûrê Qubrisê (pişka Tirkî) wergirtîye û yek alî li sinûrê abaûrî yê taybet bi Komara Qubirsê ya îtrafpêkirî ji alîyê nêvdewletî ve li dûv petrol û gazê digere.

K24
Top