Balyozxaneya Amerîkayê: Heta naha jî milîs planên êrîşkirinê datînin
Roja 20.04.2026ê Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê beyanameyek belav kir û ragehand, heta naha milîsên terorîst ên Iraqê ku hevpeymanên Îranê ne, plan datînin ji bo êrîşkirina ser hemwelatiyên Amerîkî û wan cîhên ku peywendiya wê bi Amerîkiyan ve heye li seranserê Iraqê û di nav wê de jî Herêma Kurdistanê heye.’’
Herwaha ragehand, heta naha beşek ji milîsên ku girêdayî hikûmeta Iraqê ne, piştevaniya darayî û siyasî ji wan re tê kirin.
Li gor heman daxuyaniyê, geştên esmanî yên Iraqê destpêkiriye, di nav de jî geştên bazirganiyê, ji bo wê jî li ser hemwelatiyên Amerîkayê erke ku ewên dixwazin geşt bo Iraqê bikin, divê vê rewşê li berçav bigrin, heta naha metirsiya êrîşên dronî û mûşekî heye.
Basnews
