• Monday, 09 February 2026
logo

Rêberên YEyê li ser paketa alîkariyê li hev kirin

Rêberên YEyê li ser paketa alîkariyê li hev kirin
Rêberên Yekîtîya Ewrupa (YE) di komcivîna li Brukselê de, ku 4 rojan dom kir, ser paketeke alîkarîyê ya ji bo têkoşîna hembervîrusa korona li hev kirin.
Bi wê paketa alîkarîyê ya bi 750 mîlyar euro, dewletên YE yên ku jiber vîrusa korona zararên mezin kirine dê kredî û hîbeyan bistînin.
Serokê Konseya Ewrupa Charles Michel li ser Twitterê ‘’Peyman!’’ nivîsî û ew lihevkirin ragihand.
Serokomarê Fransa Emmanuel Macron jî dîyar kir ku bo Ewrupa ‘’rojeke dîrokî’’ ye.
Paketa alîkarîyê ji alîyê Fransa û Almanya ve hatibû hazir kirin.
Ji paketa bi 750 mîlyar euro, 390 mîlyar euro hîbe ye û Îtalya 70 mîlyar, Îspanya 60 mîlyar û Fransa jî dê 40 mîlyar euro bistîne.
Top