• Sunday, 08 February 2026
logo

Sûriye: Berevaniya esmanî ya me bersiva êrîşeke Îsraîlê daye

Sûriye: Berevaniya esmanî ya me bersiva êrîşeke Îsraîlê daye
Artêşa Sûriyê ragihand, berevaniya asmanî ya wî welatî bersiva êrîşeke mûşekî ya Îsraîlê li başûrê Şamê daye û diyar kir, ku di encama wê êrîşa mûşekî de tenê ziyanên madî çê bûn.

Ajansa fermî ya dewleta Sûriyê SANA belav kiriye ku demjimêr 21:58 xûlekê şeva bihorî, Îsraîlê çend mûşek avêtine wî welatî û sîstma berevaniya esmanî ya Sûriyê bersiva êrîşê daye.

Li gor çavkaniyên xwecihî, dengê 4 teqînan li Şamê hatiye bihîstin. Li gor berpirsekî leşkerî yê Sûriyê êrîş ji aliyê Herêma Golanê ve hatiye encamdan û ti ziyaneke canî çênebûye, tenê ziyanên madî hebûne.

Hinek çavkaniyên din amaje bi wê yekê Îsraîlê çend pêgehên hikûmeta Sûriyê û milîsên Îranê kirine armanc, hinek çavkanî behsa wê yekê dikin, ku Îsraîlê civîneke çend generalên Îranê û efserên pilebilind ê Sûriyê kiriye armanc.

Li gor wan çavkaniyan, di encamê de fermandarê navçeya rojhilatê Sûriyê yê Supaya Pasdaran li gel 4 milîsên din hatiye kuştin, lê heya niha ne Sûriyê û ne Îranê ev yek piştrast nekirine.

Îsraîl gelek caran êrîşên mûşekî bo ser armancên di nav axa Sûriyê de pêk anîne û pêgehên hêzên Îranê û milîsên ser bi wî welatî ve kirine armanc.



Rudaw
Top