• Sunday, 08 February 2026
logo

Parlamenterekî PDKê: Bila nûnerên aliyan bên em li gel lêkolînê li ser dosya Dalya bikin

Parlamenterekî PDKê: Bila nûnerên aliyan bên em li gel lêkolînê li ser dosya Dalya bikin
Endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê daxwaz ji aliyan kir, naha şînê bo Dalya girêdane, eger baweriya wan bi parlamenterên wan heye bila li gel lijneya mafê mirov a Parlamentoya Kurdistanê lêkolînê li ser dosya Dalya Mehmûd Muslim bikin.

Du roje çapemeniya Lahor Cengî û yên wek wî li navxweyî herêma Kurdistanê hemû hewldanekî didin ku xelkê xelet têbigehînin ku Dalya Mehmûd Muslum li Hewlêrê ve radestî Tirkiyê hatiye kirin. Herçend birayê Dalya Mehmûd li çapemeniya Silêmaniyê re ragehand ku ew nabêjin herêma Kurdistanê radest kiriye û bi taybet vê mijarê de Salih Mûslim jî ti axaftinek nekiriye jî ew her wê hewlê didin ku rastiyê berevajî bikin.

Endamê lijneya mafê mirov li Parlamentoya Kurdistanê û parlamenterê fraksiyona PDKê Zana Mela Xalîd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ewên ku şîn bo Dalya girêdane û bangeşeyên kirêt li ser desthilata herêma Kurdistanê dikin, xwezê du axaftin derbarê mafê mirovan de xwendiban û wê demê dê pirs kiriban çawa keçeke zarok a temen 14 salî bê ku guh ji yasayên navdewletî re bê dayîn dikin çekdar û beşdarî şer dikin.’’

Herwaha daxwaz kir, ew aliyên ku baweriya wan bi nûnerên wan heye li parlamentoyê, li gel rêxistinên navnetewî û lijneya mafê mirov li parlamentoyê bila bên serxetê û em lêkolînê li ser vê dosyayê bikin.

Basnewsw
Top