Hoşeng Osê: Gelek jinên din jî mîna Dalya ji ber evîndariyê dest ji PKKê berdane
Nivîskarê kurd yê Rojavayê Kurdistanê, Hoşeng Osê, ku demekî dirêj di nav medyaya PKKê de kar kiriye, li ser dosyaya Dalya Mehmûd Muslim, ku biraziya Salih Muslim û şervana YPGê bûye e û teslîmî dewleta Tirkiyê bûye, gotiye, Dalya dest ji şer û çekê berdan û ji ber xatirê evîna xwe çû Tirkiyê û xwe gihand evîndarê xwe. Evîndarê wê jî mîna wê çekdar bû. Wê, gaveka wêrek avêtiye ji ber wê jî divê mirov hurmeta wê bigire û dayne ser ser û çavên xwe.
Hoşeng Osê her wiha gotiye, ji bilî Dalya gelek çekdarên din yên jin ji ber evîndarî û hevjîntiyê dest ji refên PKKê û çeka xwe berdane û li şûna şer û mirinê, jiyan hilbijartine.
Basnews
