Amerîkayê 8 balafirên F-35 ên Tirkiyê da artêşa xwe
Medyaya Amerîkayê li ser navê berpirsên Pentagonê ragihandine, piştî dûrxistina Tirkiyê ji programa kirîna wan balafirên şer, ji ber kirîna sîstema mûşekî ya S-400 ji Rûsyayê, Pentagonê biryar daye 8 ji wan balafiran nede Tirkiyê û ew balafir radestî artêşa Amerîkayê hatine kirin.
Malpera Yeni Şafakê jî ragihandiye, 8 balafirên F-35A Lightning II ku li Amerîkayê bo Tirkiyê hatibûn çêkirin, radestî Hêzên Esmanî yên Amerîkayê hatine kirin.
Tirkiyê girêbesta kirîna 100 balafirên F-35 li gel Amerîkayê heye, lê belê ji ber kirîza sîstema mûşekî ya S-400 ya Rûsî û alozbûna peywendiyên navbera Waşington û Enqerê, Tirkiye ji wê programê hatiye dûrxsitin.
Bihayê her balafireke F-35 digihe 77 milyon û 900 hezar dolarî.
Kompaniya sereke ya berhemanîna balafirên F-35 ku kompanya Lockheed Martin a amerîkî ye, heftiya bihorî navê Tirkiyê ji lîsteya welatên berhemhênerên hevbeş ên vê firokeyê derxistibû.
Li aliyekê din, çarenivîsa 6 balafirên din ên F-35 ku pêştir bo Tirkiyê hatibûn berhemanîn û ketibûn di bin mulkiyeta wî welatî de, lê belê her li Amerîkayê mabûn û hêj radestî Enqerê nehatine kirin, ne diyar e.
Tirkiye yek ji 9 welatên beşdar di berhemanîna balafira pêşkevtî ya F-35 de ye û hin parçeyên wê balafirê ji aliyê wî welatî ve tên çêkirin.
Ji ber kirîna sîstema mûşekî ya S-400 ji Rûsyayê, ku sîstemeke berevaniya esmanî ye, peywendiyên Amerîka û Tirkiyê gelek aloz bûne.
Rudaw
