• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokê herêmê hêviya tendirostiyê bo Mîrê Kuwaitê dixwaze

Serokê herêmê hêviya tendirostiyê bo Mîrê Kuwaitê dixwaze
hêviya temendirêjî û leşsaxiyê jê re xwestiye
Piştî ku Mîrî Kuwaitê Şêx Sebah Ehmed Cabir Sebah jiber kêşeyeke tendirostî bo nexweşxaneyê hate veguhastin û emeliyat jêre hate kirin, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî nameyeke jê re şand.

Serokê herêmê di nameya xwe de hêviya tendirostî û temendirêjî bo Mîrê Kuwaitê xwestiye û hêviya berdewamiya xweşgozeraniyê di saya nav hatî de bo gelê Kuwaitê xwestiye.
Top