Li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê teqîn: 5 kuştî û 85 birîndar hene (Hat Nûkirin)
Teqîn li nêzîk gundê Siccu yê ser bi Ezazê û bi rêya otomobîleke bombekirî bûye.
Li gor agahiyan, di encama teqînî de 5 kes hatine kuştin û 85 kes jî birîndar bûne.
Birîndarên teqînê bi rêya ambulansa bo nexweşxaneyên li aliyê Bakurê Kurdistanê hatin veguhastin.
Navçeya Ezazê di jêr kontrola hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî de ne.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî dibêje, li gundê Siccu yê ser bi Ezazê ve û li nêzîk deriyê sînorî yê Bab el Hewayê otomobîleke bombekirî teqiyaye. SOHR amarek ciyawaz derbarê teqînê de daye û diyar kiriye, di encama teqînê de 7 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 60 kesan jî birîndar bûne.
Herwiha hêj ti aliyekê berpirsatiya encamdana teqînê li xwe negirtiye.
Îro danê sibehê li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê jî teqînek çê bibû û di encamê de 13 kes birîndar bibûn.
Rudaw
