Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Emar Hekîm kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahiya li Emar Hekîm kir, ber dubare hilbijartina wî ya ji bo Serokê Tevgera Hîkme ya Nîştimanî.
Roja şemiyê 18.04.2026, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrû Barzanî li ser rûpela xwe ya civakî Xê peyameke pîrozbahiyê ji Emar Hekîm kir û nivisî: "Ji bo birêz Emar Hekîm, ji bo dubare hilbijartina we ya bi Serokê Tevgera Hîkme ya Nîştimanî, em pîrozbahiya dilsozane dikin û hêviya başiyê ji we re dixwazin.”
Mesrûr Barzanî herwaha hêviya serkeftinê ji bo Emar Hekîm di hemû erkên wî de jê re xwast.
