• Monday, 20 April 2026
logo

Fraksiyona PDKê: Ji îro pêve heta demeke nediyar, em runiştinên Parlamentoya Iraqê baykot dikin

Gulan Media April 19, 2026 Nûçe
Fraksiyona PDKê: Ji îro pêve heta demeke nediyar, em runiştinên Parlamentoya Iraqê baykot dikin

Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Encûmena Nûneran a Iraqê, bi daxuyaniyekê ragihand, wan civînên Parlemanê heta demeke nediyar baykot kirine.

Fraksiyona PDKê îro 18.04.2026, di daxuyaniya xwe de sedema vê biryarê ji bo "binpêkirina destûr û yasayan" û "piştguhkirina prensîbên bingehîn" vegerand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, li Parlemanê bingehên "hevparî, hevsengî û lihevhatinê" hatine binpêkirin.

Di daxuyaniya Fraksiyona PDKê de wiha hat gotin:

Piştî ku li Encûmena Nûneran a Iraqê destûr û yasa hatin binpêkirin û prensîbên hevparî, hevsengî û lihevhatinê hatin piştguhkirin; em li vir radigihînin:

Li ser rênima û raspardeya serokatiya me, me biryar da ku em civînên Encûmena Nûneran heta demeke nediyar baykot bikin.

Em careke din tekez dikin ku parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û parastina rewabûna proseya siyasî, li ser her cure berjewendiyan re ye.

 

 

 

Basnews

Top