Mesrûr Barzanî: Em ji hevkarên xwe yên navneteweyî dixwazin alavên pêwîst ji bo parastina welatiyên Kurdistanê li hember van gefan dabîn bikin
Îro şemî 18ê Nîsana 2026an, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyamek belav kir.
Di peyama Serokê Hikûmetê de hat ragehandin: "Em bi tundî êrişên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin ku tevî ku em ne beşek ji vî şerî bûn, lê êriş di çend rojên borî de berdewam bûn."
Peyama Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî waha ye:
"Em bi tundî êrişên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin ku tevî ku em ne beşek ji vî şerî bûn, lê êriş di çend rojên borî de berdewam bûn.
Tevî agirbest û danûstandinan, lê ji ber êrişên van çend rojan, pênc kes şehîd bûn û hejmareke zêde jî birîndar bûn, ev hewlek e ji bo têkdana agirbestê û ziyan gihandina zêdetir bi navçeya me.
Em tekez dikin ku pêwîst e hikûmeta federal gavên kirdeyî biavêje ji bo bidawîanîna van êrişan û em ji hevkarên xwe yên navneteweyî dixwazin ku alavên pêwîst ji bo parastina welatiyên Kurdistanê û jêrxana enerjiyê, li hember van gefên berdewam dabîn bikin."
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
18.04.2026
Basnews
