Donald Trump: Eger bi Îranê re peyamek çênebe dibe ku em agirbesta heyî bi dawî bikin
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, eger heta roja Çarşemê bi Îranê re peymaneke demdirêj neyê îmzekirin, ew ê dawî li agirbestê bînin û careke din dest bi operasyonên leşkerî bikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump şeva borî 17ê Nîsanê di dema vegera xwe ya ji bajarê Phoenix ê eyaleta Arizonayê de, li ser balafira serokatiyê (Air Force One) ji rojnamevanan re got: "Dibe ku ez agirbestê dirêj nekim. Dorpêç dê bimîne, lê eger peyman çênebe, mixabin divê em careke din dest bi avêtina bombeyan bikin."
Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku heta peymanek neyê îmzekirin, dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê nayê rakirin.
Tevî gefên bombekirinê, Trump bal kişand ser pêvajoya dîplomasiyê jî û got: "Beriya bîst xulekan nûçeyên baş gihîştin me. Wiha diyar e ku kar li Rojhilata Navîn bi Îranê re baş diçin." Trump derbarê naveroka van nûçeyan de hûrgilî neda, lê destnîşan kir ku ev "gaveke pêwîst û mentiqî ye" û ew bawer dike ku dê encamek jê derkeve.
Uranyum dê radestî Amerîkayê bê kirin
Donald Trump aşkere kir, di peymana nû de ti pere nayê dayîn. Li gorî şertên ku Trump behs kirine, Îran dê uranyuma xwe ya dewlemendkirî bide Amerîkayê. Trump got: "Em ê bi makîneyên kolandinê yên herî mezin bikevin Îranê û toza navokî ji navendên ku par hatibûn rûxandin derxin û bînin Amerîkayê."
Hevdîtin dê Lubnanê jî li xwe bigire
Trump anî ziman ku hevdîtinên di navbera Washington û Tehranê de, dê di dawiya hefteyê de berdewam bikin û aşkere kir ku ev guftûgo dê mijara Lubnanê jî li xwe bigirin.
Malpera "Axios" a Amerîkî jî ragihand, Trump di peywendiyeke telefonî de diyar kiriye ku ew li bendê ye di nava çend rojên pêş de peymanek pêk were. Trump herwiha ji ajansa Reutersê re jî got: "Têkiliyên me bi Îranê re gelek baş in û ez bawer dikim ku peyman dê pir zû çêbibe."
Tê payîn, nûnerên her du welatan di nava vê hefteyê de bicivin. Trump diyar kir jî, eger peymanek pêk bê, dibe ku ew serdaneke surprîz ji bo Îslamabadê, Paytexta Pakistanê jî pêk bîne.
Basnews
