• Monday, 20 April 2026
logo

Berevaniya Şaristanî ya Duhokê: Ziyanên ji ber lehiyê li Duhokê dê bên qerebûkirin

Gulan Media April 19, 2026 Nûçe
Berevaniya Şaristanî ya Duhokê: Ziyanên ji ber lehiyê li Duhokê dê bên qerebûkirin

Berdevkê Rêveberiya Berevaniya  Şaristanî ya parêzgeha Duhokê diyar kir ku ji ber lehiya şeva borî li Duhokê û barana bihêz, av ketiye nav hin malan û hemû ziyanên gihîştine welatiyan wê bi mebesta qerebûkirinê bên tomarkirin. Her wiha tekez kir ku tu bûyerên jiyanî (mirin) çênebûne û tenê ziyanên madî rû dane.


Berdevkê Rêveberiya Berevaniya Şaristanî ya parêzgeha Duhokê Bêwar Ebdul Ezîz, ji BasNewsê re got: "Tîmên Berevaniya Şaristanî, şaredarî û hemû aliyên peywendîdar di amadebaşiyê de bûn û nehêlan tu bûyerên diltezîn çêbibin. Tenê li hin cadeyan av bilind bûye û av ketiye nav 9 malan, lê ziyan kêm bûne. Hemû ziyan wê ji aliyê me ve bên tomarkirin ji bo qerebûkirinê. Bi serperiştiya Emîdê mafperwer Serbest Xoşaba, rêveberê Berevaniya Şaristanî ya parêzgeha Duhokê, em berdewam di xizmetê de ne. Di vê şevê de çend astengên hatûçûnê çêbûne û yekser hatine çareserkirin û em ê berdewam di xizmetê de bin."

Her wiha got, ji bo her bûyereke neçaverêkirî, yekser peywendiyê bi hejmara 115 bikin.

 

Basnews

Top