Perlemana Kurdistanê rewşa deverên sinûrî û deverên Kurdistanê gengeşe dike
Bo evê mebestê di nivîsarekê de, serokatîya Perlemanê daxwaz ji Civata Wezîran kirîye, her yek ji wezîrên Pêşmerge, Navxwe û wezîrê Herêmê bo karûbarên Bexda amade bin. Çaverê dihête kirin di evê hefteyê de, civîna Perlemanê bihêt encamdan û çend komîteyan jî bo evê mebestê raportên xwe dayine serokatîya Perlemanê.
Wek hatîye ragehandin, dû raport derbarê rewşa deverên sinûrî yên Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên derve ya rêveberîya Herêma Kurdistanê hatine amadekirin. Perleman dixwaze derbarê herdû raportan bi pişikdarîya alîyên peywendîdarên hikumetê bicive. Pêşbînî jî dihête kirin di evê hefteyê de, Perlemana Kurdistanê bi pişikdarîya çend wezîrên hikumeta Herêma Kurdistanê biryarê li ser wan dû raportan bide.
