Serokwezîr li gel wezîrê derve yê Îranê civiya
Duhê bi şev Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf kir.
Di civînê de ku balyozê Îranê yê li Bexdayê û Serkonsulusên Îranê yên li Hewlêrê û Silêmanî têde beşdar bûn, Mesrûr Barzanî û Cewad Zerîf behsa pirs û mijarên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.
Di berdewamiya civînê de her du alî derbarê têkiliyên navbera Îran û Kurdistanê de û çawetiya bihêztir kirina têkiliyên han nîqaşkirin û tekez li ser hemahengiya zêdetir ya di navbera her du aliyan bo rûbirû bûna Koronayê hate kirin.
Di beşeke din ya civînê de Barzanî û Zerîf behsa rewşa giştî ya Îraq û deverê kir û her du alî li ser çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêrê û Bexdayê li ser esasê destûra bingehîn hemfikir bûn û tekez kirin ku çareseriyeke wiha li gor berejwendiya tevahiya welatiyên Îraqê ye.
