• Sunday, 08 February 2026
logo

Lijneya Kiştûkalî ya Iraqê: Divê hikûmet, Tirkiyê pêbendê dana pişka avê bike

Lijneya Kiştûkalî ya Iraqê: Divê hikûmet, Tirkiyê pêbendê dana pişka avê bike
Serokê Lijneya Kiştûkalî û Avê ya Parlamentoya Iraqê tekez kir ku divê hikûmeta Iraqê bilez tevbigere û Tirkiyê pêbendê dana pişka avê bike.

Serokê Lijneya Kiştûkalî û Avê ya Parlamentoya Iraqê Selam Şimerî roja Şemiyê ragihand ku divê hikûmeta Iraqê bi awayekî ciddî kar bike bo pêbendkirina Tirkiyê bi dana pişka avê ya Iraqê û got: “Lewra em daxwazê ji hikûmetê dikin bilez lijneyekê pêk bîne bo gerantîkirina pişka Iraqê.”

Selam Şimerî got: “Çêkirina Bendava Ilisu bêyî razîbûna Iraqê, binpêkirina yasayên navdewletî ye, divabû di wab salên ku baran zêde dibe dest bi tejîkirina bendavê bê kirin, lê van çend salên borî zêde baran nebarî, divê Tirkiye pişka Iraqê li ber çav bigre û bi hinceta tejîkirina bendavê ji pişka Iraqê nebire.”

Ji ber barana kêm û tejîkirina bendavên Tirkiyê li ser herdû çemên Dîcle û Firatê, Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Mehdî Hemdanî got: “Îsal asta ava çeman daketiye, herwiha asta ava çemê Dîcleyê li Iraqê daketiye nêvî, ev ji xeynî wêya ku niha Tirkiye kêmtir ava çemê Firatê berdide, vê jî bandor li Sûriye û Iraqê kiriye.”

Rudaw
Top