• Sunday, 08 February 2026
logo

Wezîrê Derve yê Îranê gihîşt Bexdayê û serdana Hewlêrê jî dike

Wezîrê Derve yê Îranê gihîşt Bexdayê û serdana Hewlêrê jî dike
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bi serdanekê gihîşt Bexdayê û piştî civînên bi berpirsên pilebilind ên Iraqê re, biryar e serdana Herêma Kurdistanê jî bike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ragihand, armanca serdana Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, bihêzkirina pêwendiyên herdu aliyan e û amadekarî ji bo serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bo Tehranê ye.

Li gor lîsteya ji aliyê Wezareta Derve ya Iraqê ve hatiye belavkirin, Zerîf di yekem civînên xwe de bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re dicive.

Her li gor wê lîsteyê, Zerîf bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Emîndarê Giştî yê Rêxistina Bedir Hadî Amirî, Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê Fayiq Zîdan, Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz, Serokê Parlemana Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Tevgera Hîkme Imar Hekîm re dicive.

Basnews
Top