• Friday, 17 April 2026
logo

Qalîbaf: Agirbesta Îsraîl û Libnanê encama berxwedana Hizbulahê ye

Gulan Media April 17, 2026 Nûçe
Qalîbaf: Agirbesta Îsraîl û Libnanê encama berxwedana Hizbulahê ye

Serokê Parlamentoya Îranê ragihand ku ew dê bi hîşyarî miameleyê li gel agirbesta di navbera Libnan û Îsraîlê de bikin.

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf anî ziman, "Em dê heta bidestxistina serkeftineke temam yekgirtî bimînin."

Mihemed Baqir Qalîbaf li ser agirbesta navbera Libnan û Îsraîlê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

Qalîbaf di peyama xwe de diyar kir ku agirbest tenê encama berxwedana Hizbulahê û yekrêziya “Bereya Berxwedanê” ye.

Li gorî gotina Qalîbaf, Îran dê bi "hişyarî" nêzîkî agirbestê bibe û ew dê heta serkeftineke temam yekgirtî bimînin.

Spasiya Pakistanê kir

Serokê Parlamentoya Îranê spasiya hewlên navbeynkariyê yên hikûmeta Pakistanê û Sererkanê Giştî yê Pakistanê Asim Munîr kir.

Qalîbaf destnîşan kir ku wan ji bo misogerkirina agirbestê hewlên mezin dane û got, "Em hîn jî li ser soza xwe pêbend in."

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyaniyek belav kiribû û eşkere kiribû ku wî bi Serokê Libnanê Joseph Aoun û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re dan û standineke gelekî baş kiriye.

Li gorî daxuyaniya Trump, her du aliyan li ser agirbestekê li hev kiriye.

Agirbesta 10 rojî ya di navbera Tel Evîv û Beyrûtê de di demekê de pêk hat ku "Pêvajoya Îslamabadê" ya ji bo aştiya navbera Amerîka û Îranê rû bi rûyî astengiyan bûbû.

Tehranê berê Washington bi wê yekê tohmetbar kiribû ku ew dixwaze şerê li Libnanê bidome.

Lê ragihandina vê agirbestê wekî serkeftineke dîplomatîk a birêvebiriya Trump tê dîtin.

 

Rudaw

Top