• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Pîranşarê şivanekî kurd di topbarana pasdarên Îranê de hat kuştin

Li Pîranşarê şivanekî kurd di topbarana pasdarên Îranê de hat kuştin
Li bajarê Pîranşar yê Rojhilatê Kurdistanê, welatiyek di topbarana Îranê de canê xwe ji dest da.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duhî êvarê pasdarên Îranê deverên sînorî yên bajarê Pîranşarê dan ber topan û hawanan.

Li gorî agahiyan, ji ber wê topbaranê welatiyekî kurd ku li ber pezên xwe bû, giran birîndar bû lê li nexweşxanê canê xwe ji dest da.

Ew welatiyê ku ji ber topbarana Îranê hatiye kuştin, xelkê gundê Bazirgan yê Pîranşarê bûye û navê wî jî Resûl Bakend bûye.

Çend roj berê jî li deşta Weznê ya Serdeştê, şivanekî kurd bi navê Yûsif Ehmedî di êrişa pasdarên Îranê de hatibû kuştin.

Basnews
Top