• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Sûriyê, bê beşdariya aliyên Kurdî hilbijartinên Parlemenê destpê kirin

Li Sûriyê, bê beşdariya aliyên Kurdî hilbijartinên Parlemenê destpê kirin
Îro hilbijartinên Encûmena Gel a Sûriyê (Parleman) birêve diçe. Rêveberiya Xweser tekez kir, li navçeyên di bin kontrola wê de, sindoqên dengdanên nayin danîn.

Îro li navçeyên rêjîma Sûriyê hilbijartinên Parlemana Sûriyê birêve diçin û tê de 1656 kandîd li ser 250 kursiyên parlemanê rikaberiyê dikin.

Li gor zanyariyan, 7277 navendên dengdanê li hemû parêzgeha hatine vekirin. Serokê Komîta Dadwerî ya Hilbijartinan Êlî Mîro jî diyar kir, li Heseke û Qamişlo û li gundewarên wan, 149 navendên dengdanê hatine vekirin.

Rêjîma Sûriyê van hilbijartinan wek rikberiyekê ji civaka navdewletî re dike, ku li gor biryarên Encûmena Asayişa Navdewletî, daxuyaniya Cenêvê û biryara 2254, pêwîst bû dest bi proseya çareserkirina siyasî hatiba kirin, destûrekî nû bê danîn û li gor wê destûrê hilbijartin bên kirin.

Ev di demekê de ye, Rêveberiya Xweser û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKD) van hilbijartinan red dikin û dibêjin, ev hilbijartin ti pirsgirêkan li Sûriyê çareser nakin û tenê dirêjkirina temenê rêjîma heye ye.

Di wê derbarê de, duhî Berdevkê Rêveberê Xweser Luqman Ehmê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ti wateya van hilbijartinan nîn e û ti sindoqên hilbijartinanli herêmên Rêveberiya Xweser neyin danîn.

Luqman Ehmê got jî: “Di derbarê çargoşeya ewlehiyê ya li Qamişlo de, ew di bin destê rêjîma Sûriyê de ye, rewşa wê jî girêdayî rêjîmê ye.”

Ji aliyê xwe ve jî, Endamê Serokatiya ENKSê Feysel Yûsif pêştir ji K24ê re ragihandibû: Encamdana van hilbijartinan, krîza Sûriyê kûrtir dike û ti pirsgirêkekê çareser nake.

Rudaw
Top