Pêşmerge û artêşa Iraqê derbarê valahiya ewlehî ya Kifriyê rêkeftin
Cîgirê Serfermandarê Pêşmerge Lîwa Qareman Şêx Kemal ji BasNewsê re axivî û da zanîn Pêşmerge û artêşa Iraqê bo tijekirina valahiya emnî li Kifriyê rêkeftine.
Herwiha Lîwa Qareman Şêx Kemal da zanîn jî wê hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê sengerên hevbeş ên nû li Kifriyê deynin.
Di berdewamiyê jî de Lîwa Qareman Şêx Kemal tekez jî kir ku piştî rûdawa 16ê Cotmeha 2017an û vekişîna Pêşmergeyan ji herêmê valahiya emnî li herêmê çêbû û ew hêvî dikin bi wê rêkeftinê rêliber êrîş û metirsiya terorîstên DAIŞê bigirin.
Basnews
