• Sunday, 08 February 2026
logo

Ewropa gefa cezakirina aliyên derve yên şerê Lîbyayê dixwe

Ewropa gefa cezakirina aliyên derve yên şerê Lîbyayê dixwe
Almanya, Îtalya û Fransa gefa cezakirina wan welat û aliyan dixun ku çekan dişînin Lîbyayê.

Serkirdeyên Fransa, Îtalya û Almanyayê daxwaz kirin ku hemû aliyên beşdarê aloziyên Lîbyayê dest ji destêwerdana rewşa Lîbyayê berdin û rêzê li biryara Neteweyên Yekbûyî ya qedexekirina şandina çekan bo Lîbyayê bigrin.

Herwiha welatên navborî amaje bi ferzkirina ceza kirin bo ser her welatekî ku bixwaze çek an çekdaran bişîne Lîbyayê.

Ev di demekê de ye ku Lîbyay rûbirûyê alozî û şerê navbera aliyên nakok bûye û her aliyekî nakok jî çend welatên din piştgiriya wan dikin.

Tirkiye ku niha li Lîbyayê serbazên wê hene, piştgiriya hikûmeta Fayîz Serac dike li dijî hêzên Xelîfe Hefter, Misir û Îmarat jî piştgiriya Xelîfe Hefter û eşîrên Lîbyayê dikin ku dijî hikûmeta Fayiz Serac şer dikin.

Fransayê jî berê Tirkiye bi şikandina biryara Neteweyên Yekbûyî ya qedexekirina şandina çekan bo Lîbyayê tohmetbar kiribû.

Rudaw
Top