Fermandeyê Hêzên Iraqî: Hêzên me bê hevahengî li gel Pêşmergeyan ti karekê nake
Berdevkê Operasyonên Hevbeş ên Iraqî Lîwa Tehsîn Xefacî beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser peywendiyên di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê û êrişên Tirkiyê yên bo nav axa Başûr Kurdistanê axivî.
Lîwa Tehsîn Xefacî diyar kir ku di navbera Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Bereveaniya Iraqê de hevdîtinên di astên bilinde de hatine encamda ku rê li ber hevahengî di navbera herdu aliyan de xweş kiriye.
Xefacî bal kişand ser hevahengî di navbera hêzên Iraqî û Hêzên Pêşmerge di şerê DAIŞê de û got: “Li Diyalayê operasyona bo jinavbirina çeteyên DAIŞê qonaxa yekem bi awayekî serkevtî hat encamdan. Di vê operasyonê de hêzên me û Pêşmerge de hemahengiyeke baş pêk anîn. Tîmen dijê-terorê yên Silêmaniyê jî beşdarî operasyonê bûn. Bi operasyonê me herêmên ku valahiya asayiş çêbibû ji DAIŞê paqij kir.
Bi gotina Xefacî Diyala bibû hêlîna DAIŞê û wê operasyonê ji bo ku rê li ber DAIŞê were girtin ku li Çiyayê Hemrînê, Qereçox û Korîçayê xwe bihêz bike girîngiya xwe hebû.
Xefacî da zanîn ku li herên deverên Kurdistanê yên dervey îdareya Herêma Kurdistanê, artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge dê bi hevrê liv û tevgerên xwe pêk bînin û wiha pê de çû: “Ez dixwazim bi rêya televîzyonê vê yekê bibêjim; hêzên me bê hevahengî li gel Pêşmergeyan ti karekê nake. Di Fermandariya Operasyonên Hevbeş de fermandarên bihêz ên Pêşmerge jî hene.”
Generalê Iraqî tekez kir ku dema li ser Pêşmerge gef hebin an jî, bo operasyonên ser DAIŞê biryar hebe ew yekser ligel Pêşmerge danûstaninên dikin.
Li ser pirsa “hevahengî ligel Hêzên Pêşmerge li ser operasyona Tirkiyê bo nav axa Herêma Kurdistanê di çi astê de ye, bi taubet li ser sînor?” Xefacî wiha got: “Bê guman dema ku Herêma Kurdistanê rû bi rûyê wê rewşê bû, hikûmeta navendî û Wezareta Derve ya Iraqê û femandariya artêşa Iraqê ew yek şermezar kirin. Divê tevahiya wan bûyerên di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de rû didin bêyî ku raste rast midexaleyê axa Iraqê bê kirin, werin gotûbêj kirin. Bi vê mebestê me raste rast ligel pasawanên sînorê ên li Herêma Kurdistanê hevdîtin kir. Ne tenê bi wan re herwiha, di asta jor de bi berpisên Herêma Kurdistanê re hevdîtinên me çêbûn ku alîkariya herêmê bikin ka bizanîn sedema bûyeran çi ne û çi pêwîstiya hene. Ew nayê wateya ku em li berê vê yekê bêhelwest in. Em her tim rewşê ji nêzîk ve dişopînin.
Rudaw
