• Sunday, 08 February 2026
logo

Wezareta Tenduristiya Kurdistanê: Korona li Kurdistanê ji bin kontrolê derneketiye

Wezareta Tenduristiya Kurdistanê: Korona li Kurdistanê ji bin kontrolê derneketiye
Berpirsekî Wezareta Tenduristiya Kurdistanê ragihand, vîrusa Koronayê ji bin kontrolê derneketiye û çavdêrî û dermankirina nexweşan jî hêsantir bûye.

Berdevkê wezareta tenduristiya Kurdistanê, dr. Mihemed Qadir ji BasNewsê re got, vîrusa Koronayê li Kurdistanê ji bin kontrolê derneketiye. Eger ji bin kontrolê derkeve tê wê wateyê ku êdî cih bo razandin û dermankirina nexweşan nemaye û nexweş li kolanan dikevin û dimirin. Şukur tiştekî wisa li Kurdistanê nîne.

Dr. Mihemed Qadir her wiha got, yên ku nexweşiya wan siviktir e li malên xwe tên dermankirin û tîmên tenduristiyê jî çavdêriya wan dikin.

Bi gotina wî berpirsê wezareta tenduristiyê, niha çavdêrî û dermankirina nexweşên Koronayê hêsantir û bileztir bûye, ji ber ku derfet û amûrên tenduristiyê yên baş gihîştine Kurdistanê.

Basnews
Top