• Friday, 17 April 2026
logo

Serok Barzanî: Ew karesatên ku bi serê gelê Kurdistanê de hatine em ti carî ji bîr nakin

Gulan Media April 16, 2026 Nûçe
Serok Barzanî: Ew karesatên ku bi serê gelê Kurdistanê de hatine em ti carî ji bîr nakin

Serok Barzanî di 39emîn salvegera kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wesanan de îro 16ê Nîsanê peyamek weşand û tê de hat ragihand; rejîma berê ya Iraqê tawneke din li dijî gelê Kurd encam da ku ew jî kîmyabarankirina Balîsan, Şêx Wesanan û Dolê Xoşnawetî bû.

Deqa peyama Serok Barzanî:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Di 16ê Nîsana 1987an de, rejîma berê ya Iraqê tawneke din li dijî gelê Kurd encam da ku ew jî kîmyabarankirina Balîsan, Şêx Wesanan û Dolê Xoşnawetî bû. Ew tawan bû sedema şehîdbûn û birîndarbûna hejmareke mezin a welatiyên bêgunah ên deverê. Ev tawan destpêka proseya kîmyabarankirina hemwelatiyên sivîl û berdewamiya siyaset tûnekirina gelê me bû. Rejîm tenê bi vê tawanê nesekinî û bi dehan birîndarên wê karesatê jî piştî girtinê bi awayekî hov bi saxî binax kirin (zîndebiçal kirin).

Di 39emîn salvegera vê tawana nemirovî de, em silavan ji bo giyanê pak ê şehîdên wê karesatê dişînin û em hevxemên malbat û kesûkarên wan in. Bîranîn û êşa vê tawanê û hemû karesatên ku hatine serê gelê Kurdistanê, em ê ti carî ji bîr nekin.

 

Top