Angelina Jolie: Kurdên Êzidî ji êrişa Şingalê şok bûne
Di rûniştineke Encûmena Asayişê de Angelina Julie, Şandiya Taybet a Netewên Yekbûyî (NY) bo karûbarên penaberan, daxwaza bihêzkirina karên rêgirtin li ber tundûtîjiya seksî di dema şer de kir û daxwaza cezakirina tawanbaran kir û rê li ber qurbaniyan jî vekir ku daxwaza qereboyê bikin.
Şandiya Taybet a Netewên Yekbûyî (NY) bo karûbarên penaberan herweha got, eger biryar neyên cîbicîkirin, wê bi tenê weke Ximav, hibra li ser kaxezê bimîne.
Jolie di rapora xwe ya derbarê tundûtîjiya li ser zarokan de dibêje, 3 hezar haletên destdirêjî û tundûtîjî di dema salekê de hatine belgekirin.
Jolie aşkere kir ew bi qurbanî û rizgarbûyan re li seranserê cîhanê civiyan lê bi taybet behsa Kurdê Êzidî kir û got, dema ku DAIŞê di sala 2014an de êrîşî wan kir, xelk revandin û kole kirin, bi hezaran jin û zarok îşkencekirin. Hejmareke zêde ya zarokan hatin kuştin û hejmareke zêde hatine revandin ku heta niha nêzîkî 2 hezar kes hatine rizgarkirin û vegrandin.
Jolie herwiha dibêje, hejmareke zêde ya zarokan, li pêşiya çavên xwe yan kuştin an desdrêjkirina ser dê û bavên dîtine.
Şandiya Taybet a NYê bo karûbarên penaberan diyar kir, alîkariyên ku têne pêşkêşkirin, zêdetir bo jinan tên pêşkêşkirin tevî wê jî weke pêwîst girîngî û guhdana pêwîste bi wan nayê kirin. Ji bo zarokan jî Angelina Julie got ku kêmasî di guhdana bi zarokan de heye.
Ektera Amerîkî bal kişande ser wê yekê qurbaniyên destdirêjiya seksî û tundûtujî ji wan kesan in ku herî kêm piştevaniya darayî werdigirin, yek ji sedî ji wan kesan alîkariyên mirovî werdigre.
Rudaw
