Wezareta Tendirustiyê: 11 pêketiyên Koronayê canê xwe jidest dan
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniyekê de belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de 142 kes bi vîrusa Koronayê ketine, jê 37 kes li Hewlêrê, 48 kes li Silêmaniyê, 40 li Germiyanê, 13 kes li Duhokê û 20 li Helebceyê ne.
Amaje bi wê jî da, 11 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan, ji wan 4 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê û 1 kes jî li Germiyanê, 1 kes li Raperîn û 1 kes li Heleceyê ye. Herwiha 56 pêketiyên Koronayê li seranserî Herêma Kurdistanê baş bûn.
Amarên giştî:
Pêketin: 10595 (Hewlêr: 2689, Silêmanî: 7232, Duhok: 326, Helebce: 348)
Mirin: 402 (Hewlêr: 70, Silêmanî: 325, Helebce: 7)
Başbûn: 5805 (Hewlêr: 1907, Silêmanî: 3425, Duhok: 256, Helebce: 124)
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din daxwaz ji welatiyan dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ hejmar (122) bikin.
K24
