Li dibistana Amadeyî ya Rihayê êrîşa çekdarî: 16 birîndar
Li Riha ya Bakurê Kurdistanê xwendekarekî di dibistana Amadeyî ku çûyê de bi ketûber gule reşandin. Di bûyerê de 16 kesên ku piraniya wan xwendekar in birîndar bûn. Parêzgarê Rihayê Hasan Şildak daxuyand ku êrîşkarê ku xwendekarê berê yê dibistanê bû, dawî li jiyana xwe anî û xwe kuşt.
Li taxa Hasan Çelebî ya Rihayê, di Dibistana Amadeyî ya Pîşeyî û Teknîkî ya Anadoluyê ya Ahmet Koyuncu de, xwendekarekî bi tivinga nêçîrê êrîşek pêkanî. Êrîşkarê ku ketûber gule reşandin derdorê, di bûyerê de 16 kesên ku xwendekar jî di nav de ne birîndar kirin.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, polîs û tîmên tevgera taybet sewqî herêmê hatin kirin. Êrîşkar piştî ku gule reşandin, derbasî hundirê dibistanê bû û xwendekar rehîn girtin.
Derbarê bûyerê de Parêzgarê Rihayê Hasan Şildak diyar kir ku êrîşkar xwendekarê berê yê dibistanê ye û di sala 2007an de ji dayik bûye. Şildak agahî da ku birîndar rakirine nexweşxaneyê û piraniya wan xwendekar in.
Şildak destnîşan kir ku êrîşkar di pola 9an de derbasî perwerdeya vekirî (açık öğretim) bûye û daxuyand ku êrîşkar bi çeka xwe dawî li jiyana xwe aniye. Hat zanîn ku beşeke mezin a xwendekarên di dibistanê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine tehliyekirin.
Basnews
