• Friday, 17 April 2026
logo

Hevpeymaniya Dewleta Yasayê: Nûrî Malîkî hîn jî namzedê me ye

Gulan Media April 15, 2026 Nûçe
Hevpeymaniya Dewleta Yasayê: Nûrî Malîkî hîn jî namzedê me ye

 Tê çaverêkirin ku civîna bê ya Çarçoveya Hevahengiyê diyarker be.

Berdevkê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê ragihand ku Nûrî Malîkî hîn jî namzed e lê endamekî polîtburoya Tevgera Sadiqûnê diyar dike ku Malîkî êdî ne namzedê serokwezîriyê ye.

Berdevkê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Eqîl Fetlawî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Eqîl Fetlawî got, "Em nizanin nêrîna niha ya Amerîkayê li ser namzediya Birêz Malîkî çi ye lê ew hîn jî namzedê serokwezîriyê yê Çarçoveya Hevahengiyê ye û ti guherîn nehatine kirin."

Fetlawî her wiha amaje pê kir ku ji bo wan "helwesta fermî ya hikûmeta Amerîkayê" girîng e û pê de çû: "Divê rêz li biryara Îraqiyan were girtin."

Encama civînê ne diyar e

Eqîl Fetlawî li ser îhtimala civîna îro ya Çarçoveya Hevahengiyê got:

"Ti daxuyaniyeke teqez nîne ku dê îro civîna Çarçoveya Hevahengiyê were kirin."

Lê yek ji endamên sereke yên Çarçoveya Hevahengiyê Ehmed Esedî ji Rûdawê re daxuyand ku dê civîn roja çarşemê were kirin û got, "Encama civînê ne diyar e."

Li hêla din, Endamê Polîtburoya Tevgera Sadiqûnê ya ku Qeys Xezelî serokatiya wê dike Seid Seidî ji Rûdawê re ragihand:

"Niha Malîkî ji bo posta serokwezîriyê êdî ne namzed e."

Seidî her wiha destnîşan kir ku hîn ne diyar e ka dê kî ji bo wê postê were diyarkirin.

‘Namzediya Malîkî bûye pêşeroj’

Endamê Desteya Giştî ya Tevgera Hikmetê Rehîm Ebûdî li ser mijarê ji Rûdawê re got:

"Mijara namzediya Nûrî Malîkî êdî bûye pêşeroj.

Li herêmê bipêşketinên nû hene û divê li ser wê postê bi awayekî berpirsiyarane biryar were dayîn."

Ji bo ku Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê namzedê xwe bi awayekî fermî pêşkêşî Serokkomar bike 11 roj man.

Piştî ku Serokkomar namzed wezîfedar kir, divê namzed di nava 30 rojan de hikûmeta xwe pêk bîne ku Şîe dê tê de piranî bin.

Mihemed Şiya Sûdanî 12ê Kanûna Paşîna a îsal ji bo berjewendiya Nûrî Malîkî ji namzediya serokwezîriyê vekişiyabû lê heta niha peymaneke dawî li ser navê Malîkî yan kesekî din nehatiye îmzekirin.

 

Rudaw

Top