• Thursday, 16 April 2026
logo

Ehmed Şara li Şamê pêşwaziya Mazlûm Ebdî dike

Gulan Media April 15, 2026 Nûçe
Ehmed Şara li Şamê pêşwaziya Mazlûm Ebdî dike

Ehmed Hilalî, berdevkê tîma serokatiyê ji bo pêkanîna rêkeftina bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re, tekezî li ser rêze civînên ku îro sêşemê li Şamê hatine lidarxistin kir.

Civîn di navbera Fermandarê Giştî yê HSD Mezlûm Ebdî û Seroka Komîteya Rêveber a Encûmena Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed li aliyek û Ehmed Şera û berpirsên din ên Sûrî li aliyekî din de bûn, bi mebesta nîqaş kirina pêşketinên dawî yên rêkeftina di navbera her du aliyan de.

Hîlalî di daxuyaniyekî de ji BasNewsê re got: "Civîn dê bi rêya civînên cuda yên di navbera Ebdî û Wezîrê Derve Esed Şeybanî û Ehmed Şera de berdewam bikin, bo çavdêrî kirina rêyên projeya tevlîbûn û helsengandina wan karên ku hatine encamdan, li gel gotûbêj kirina pêngevên demê pêş û ew astengên ku li pêşiya proseyê de hene.”

Amaje bi wê jî kir ku biryare civîneke çaverêkirî di navbera Ebdî û nûnerê serokatiyê Ziyad Ayîş de bi rêve biçe, wek temamkariyek ji bo bi dûvdeçûna cîbicîkirina lihevtêgehştinên girêdayî dosyeya têkelbûnê, bêy  ku hûrgiliyên zêdetir bên dayîn.

Hîlalî herwaha got: "Ev tevgerana giringiyeke wan a taybet heye, ji ber ku dosya ber bi rêyeke neteweyî ve dibin,  piştî ku berê di çarçoveya bandorên navneteweyî û herêmî de bû, û şansên gihîştina têgihîştineke navxweyî xurt dikin."

Di dawiyê de, diyar kir ku encamên van civînan dê ji bo aliyan li parêzgeha Hesekê teşwîqek xurt bin da ku pêvajoya temamkirina dozên yekbûnê bilezînin.

 

Basnews

Top