• Sunday, 08 February 2026
logo

Parlamenterekî berê yê Gorran: Piştî dîtina videoya Kifrî mirov hest bi şermezariyê dike

Parlamenterekî berê yê Gorran: Piştî dîtina videoya Kifrî mirov hest bi şermezariyê dike
Endamê berê yê fraksiyona Gorran li Parlamentoya Kurdistanê ragehand, piştî dîtina videoya Kifrî û sivikayî û heqaret li Pêşmergeyekî tê kirin ji aliyê artêşa Iraqê ve, mirov hest bi şermezariyê dike û rexne jî li YNKê kirin derbarê rêkeftina li gel welatan de.

Duh 17.07.2020ê di torên civakî de tomarekî videoyî belav bû û hêzeke artêşa Iraqê di dema bilind kirina Al a Iraqê ya li sînorê Kifrî, piştî rêkeftin li gel dije teror a YNKê pêkanîn û hatin navçeyê sivikayiyê bi Pêşmergeyekî dikin.

Endamê Parlamentoya Kurdistanê yê berê yê ser bi fraksiyona Gorran Hesen Salih ji BasNewsê re ecêb mayîna xwe anî ziman û got çawa dibe partiyek rêkeftinê li ser axa Kurdistanê bike? Û ragehand: ‘’Dema min ew video dît li Kifrî ku wisa li wî Pêşmergeyî dikin, ez nîgeran bûm. Mirov hest bi şermezariyê dike. Pêşmerge hêzeke navnetewî ye û şerê hemû cîhanê kir, lê bi wê videoyê ve mirov hest bi şermezariyê dike.’’

Herwaha gazinde li wê yekê jî kirin ku ‘’Nabe partiyek rêkeftinê bike û nabe xwe ji hikûmetê mezintir bibîne. Metirsiyekî mezin di vê çemkê de heye ku YNK, li gor dilê xwe rêkeftinê dike ew çawa dibe? Mixabin Kurdistan bo dagirkeriyê hatiye vala kirin.’’

Navborî got: ‘’Hatina wê hêzê bi rêkeftin be xirabe, lê eger ne bi rêkeftin jî be her xirabe.’’

Hesen Salih dibêje, grubekî bi bandor nav YNKê de ew rêkeftin kiriye û got: ‘’Hemû rêveberiya YNKê ji wê rêkeftinê agahdar nînin.’’

Basnews
Top