• Sunday, 08 February 2026
logo

Serok Barzanî ligel wezîrê derve yê Franseyê civiya

Serok Barzanî ligel wezîrê derve yê Franseyê civiya
behsa rewşa dawî ya Îraq û Kurdistanê kirin
Îro Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya wezîrê derve yê Franseyê Jean-Yves Le Drian kir.

Di civîneke dostane de Serok Barzanî û Jean-Yves Le Drian behsa têkiliyên navbera Franse, Kurdistan û Îraqê, pêşhatên dawî yên siyasî û abûrî, liv û tevgerên DIŞIê û qirîzên ku jiber Koronayê rastî Kurdistan û Îraqê hatine kirin.

Piştîvaniyên berdewam yên Franseyê ji mafên reva yên gelê Kurd û rola girîng ya Franseyê ya di şerê dijî terorê de çend mijarên din yên civînê bûn.

Di civînê de Jean-Yves Le Drian kêfxweşiya xwe bû dubare serdan kirina Kurdistanê û dîtina Serok Barzanî diyar kir.
Top