• Sunday, 08 February 2026
logo

HPG: 5 serbazên Tirkiyê li Heftanînê hatin kuştin

HPG: 5 serbazên Tirkiyê li Heftanînê hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand, duhî li devera Heftanînê 5 serbazên Tirkiyê hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniyekê de diyar kir, duhî 17ê Tîrmehê hêzên wan li deverê Heftanînê di çend çalakiyên sekvaniyê de 5 serbazên Tirk kuştin.

HPG’ê têkildarî êrişên esmanî yên Tirkiyê de jî diyar kir, firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê herêma Avaşîn Zapê bombe kirin. Di wan bombebaranan de, tu ziyan negihiştiye hêzên wan, lê li herêmê şewat derketiye.

Artêşa Tirkiyê roja 15ê Hezîrana bûrî operasyoneke esmanî li ser pêgehên gerîlayên PKKê li Başûrê Kurdistanê kir û piştî 2 rojan jî, serbazên Tirkiyê derbasî navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bûn û dest bi operasyoneke bejahî kirin û ta niha jî şer û pevçûn berdewam e.

Mehek e ji encama şerê di navbera artêşa Tirkiyê û gerîlayên PKKê de li navçeyên sînorî, ziyanên mezin gihîştine xelk û gundên wê deverê û hejmarek mezin ji gundan jî vala bûne.

Top