• Sunday, 08 February 2026
logo

Siyasetmedar Heyder Mula: Wê Kazimî were kuştin

Siyasetmedar Heyder Mula: Wê Kazimî were kuştin
Îro roja pêncşemê 16.07.2020an parlementerê berê yê Iraqê û serkirdeyê Partiya Teqedûm a Iraqê Heyder Mula diyar kir ku wê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî were kuştin.

Heyder Mula yekem kes niye ku pêşbîniya kuştina Mistefa Kazimî dike. Di heyama çend hefteyên borî de çend pisporên siyasî û serkirdeyên Iraqê dibêjin ji ber rûbirûrûbûna Mistefa Kazimî ligel milîsên ser bi Îranê metirsî li ser jiyana wî heye.

Siyasetmedarê Iraqê Heyder Mula ragihand ku Kazimî rastî milîsên Îranê dibe û hewl dide çekên wan ji destên wan derxe û radestî artêşa Iraqê bike. Ji ber wê ew wê were kuştin û wê navê wî di dîrokê de were tomarkirin.

Heyder Mula tekez jî dike ew ligel her hewleke Mistefa Kazimî ye û piştevaniyê li Kazimî dikin.

Cihê behsa ye demeke dirêje şîrovekarên siyasî û medyakarên Iraqê dibêjin metirsî li ser jiyana Mistefa Kazimî heye û egera wê yekê heye ku milîsên Îranê Mistefa Kazimî bikujîn.

Basnews
Top