7 milyon bermîl petrola Herêma Kurdistanê hatiye hinardekirin
Di 2 mehên vê sale de bi boriya petrolê ya Kurdistanê û bi rêya SOMOyê ve nêzîkî 7 mîlyon bermîl petrola Herêma Kurdistanê hatiye firotin.
Li gor daneyên Wezareta Petrola Iraqê ku BasNewsê dûvdeçûn bo kiriye, di nava 2 mehên borî de hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê 6 mîlyon û 883 hezar bermîl petrol bûye.
Di meha Sûbatê de 5 mîlyon û 551 hezar bermîl petrola Herêma Kurdistanê hatiye hinarde kirin.
Li gorî daneyên wezareta petrolê, hinardeya petrola Herêma Kurdistanê bo meha Adarê mîlyonek û 712 hezar û 200 bermîl petrol bûye.
Tevî wê mîqdara petrola Herêma Kurdistanê, di meha borî de hinardeya petrola Kerkûkê jî bi rêya boriya petrola Kurdistanê bûye û 2 mîlyon û 772 hezar û 217 bermîl petrol hatiye hinarde kirin.
Hinardekirina petrola Kurdistanê meha borî ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê kêm bû.
Li gorî rêkeftineke di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bi rêya Boriya Petrolê ya Kurdistanê petrolê bişîne Bendera Cîhanî ya Tirkiyê.
Di 25ê Îlona 2025an de, rêkeftina petrola wezareta petrola Iraq û wezareta çavkaniyên xwezayî ya Herêma Kurdistanê hat ragehandin, ku li parzûngehên Herêma Kurdistanê dubare dest bi hinardekirina petrol hatiye kirin.
Basnews
