• Sunday, 08 February 2026
logo

Fransa di çendîn qonaxên cuda de piştevanî li Kurd kiriye

Fransa di çendîn qonaxên cuda de piştevanî li Kurd kiriye
Fransa yek welatên xwedî bandor û bi biyara ya Yekîtiya Ewropa û Endama herdemî ya Encûmena Asayişa Navdewletî ye. Fransa dosta bihêz a Herêma Kurdistanê ye di çendîn qonaxên dîrokî de li pişta Kurd bûye, ji destpêka şoreşên Kurdî, koça milyonî, şerê li dijî DAIŞê û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Pêwendiyên dîrokî yên Fransa û Herêma Kurdistanê vedigerin serdema şoreşên Kurdistanê û ta digihe sala 1991an, dema koça milyonî y xelkê Kurdistanê. Fransa ji bo avakirina lobiya Kurdî di Encûmena Asayişa Navdewletî de, roleke bibandor girt û fişar kir, ta Kurd li Iraqê bêne parastin. Hevdem jî, biryara dijefirînê li Encûmena Asayişa Navdewletî hat derkirin û herêma aram ji gelê Kurdistanê hat damezirandin.

Piştre di hilbijartinên Parleman û pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê de di sala 1992an de, Fransa di piştevanîkirina Kurdistanê de berdewam bû. Di wê demê de ku François Mitterrand Serokê Fransayê, pêwendiyên dostane di navbera Kurd û Fransayê de zêdetir rîşeyên xwe berdan.

Sala 2014an, dema Herêma Kurdistanê rûbirûyî êrîşa DAIŞê bû, Fransa careke din bi serokatiya François Holland bi hanaya Herêma Kurdistanê hat û hevkariya çek, teqemenî û şêwirmendê serbazî pêşkêşî Pêşmerge û gelê Kurdistanê kir. Ev ji bilî ku firokeyên wê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de bi êrîşên esmanî piştevanî li hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de dikirin.

Herwiha di demekê de jî, Serokê Fransayê François Holland serdana Herêma Kurdistanê û serdana çeperên Pêşmerge kir. Hevdem jî, li Koşka Elysee pêşwazî li Serok Mesşd Barzanî kir.

Ligel guhartina serokan jî, dostaniya Fransa bi Herêma Kurdistanê nehat guhartin, ku Serokê Fransa yê niha Emmanuel Macron wek serokê berî xwe, li ser pirevanîkirina li mafên gelê Kurdistanê berdewam e.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an jî, Fransa hewl da navbênkariyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bike û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vexwand Parîsê û piştre jî Wezîrê Derve yê Fransayê serdana Hewlêr kir û dorpêça siyasî ya Bexdayê li ser Kurdistanê şikand.

K24
Top