Fuad Husên û Wezîrê Derve yê Fransayê tekeziyê li serweriya Iraqê dikin
Piştî civînê, Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian di konferanseke rojnamavenî ya hevbeş de ragihand, pêwîst e rêz li serweriya xaka Iraqê were girtin û got: Fransa bi hevkariya Iraqê di şerê DAIŞê de berdewam dibe.
Li hemberê jî Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên pesnê rola Fransayê di hevkarîkirina Iraqê di şerê li dijî terorê de da û hêvî xwast ku ew hevkarî berdewam bin.
Herwiha Fuad Husên aşkere kir jî, wî ligel hevtayê xwe yê Fransî, pirsa çarenivîsa zîndaniyên DAIŞê li Iraqê guftûgo kiriye.
Biryar e, Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian piştî bidawîbûna civînên xwe li Bexdayê, serdana Hewlêrê bike û ligel berpirsên pilebilind ên Kurd re bicive.
K24
