• Sunday, 08 February 2026
logo

McKenzie behsa civîna xwe ya ligel Mazlum Ebdî kir

McKenzie behsa civîna xwe ya ligel Mazlum Ebdî kir
Di hevpeyvînekê de Fermandarê Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîka(CENTCOM) general Kenneth McKenzie behsa civîna xwe ya li gel Fermandarê Hêzên Sûriya Demokrat Mezlûm Ebdî li Rojavayê Kurdistanê kir.

Di hevpeyvînekê de bo VOAyê McKnezie derbarê serdana xwe da dibêje:“Ez hefteya borî çûme Sûriyê û li rojhilatê çemê Firatê li gel general Mezlûm kom bûm. Ne tenê ligel general Mezlûm, belê min derfet hebû ku serdana hêzên me yên li wir bikim. Tiştê min gihandî general Mezlûm ew bû ku em di hevpariya wan de berdewam in. Me li newala çemê Firatê erkên dijî DAIŞê hene ku divê hîn pêk bînîn... Me her wiha behsa rêvebirina HSDê ya aware û girtiyan li wir kir. Em bi awayekê rasterast vê yekê birêve nabin û destêwerdanê jî tê de nakin, lê xemên me li dor wê hene. Xemên me ji aliyê ewlekarî û mirovahî ve hene.”

Di bersiva pirsiyarekê de derbarm rola CENTCOMê di sivikirina barê HSDê yê aware û girtiyan de, general McKenzie gotiye: “Me ti riyên rasterast nînin ku em tiştekî di vê derbarê de bikin. Em rahênana hêzên ku diçin wir dikin, lê me pêwendiyên rasterast nînin. Em li gel Ajansa Amerîka ya Geşepêdanên Navnetewî (USAID) kar dikin. Em li gel hejmarek rêxistinên navnetewî yên alîklariyan kar dikin, lê ew alîkariyeke ne rasterast e.”

Herwiha McKenzie behsa rewşa dawî ya herêma rojavayê çemê Firatê jî kir û got: “Herêmên rojavayê çemê Firatê, yên ku Rûsya û Sûriyê wan kontrol dikin, ew cihê xemê ne li cem min, ji ber ku wan çi têgeheke seqamgîriyê li wir nîne. Ew nizanin dê wê herêmê çawa birêve bibin piştî paqijkirina wê ya leşkerî. Nîrên geşbûna DAIŞê li wir hîn lidar in. Ev jî cihê xeman e. Me li wir hêz nînin. HSDê li wir kar nake. Em balê didin ser herêmên di bin kontrola me de.”

Fermandarê Amerîkî diyar kir ku ew dixwazin sîstemên xwecihî li Sûriyê ava bikin da ku ew bi xwe karibin rewşê birêve bibin, li gel piştgiriya Amerîkayê.

Basnews
Top