Serokê Hikûmetê Pîrozbahiyê li Patrîarkê Nû yê Keldaniyên Cîhanê Dike
Roja Yekşemem 12ê Nîsana 2026an, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi helkefta hilbijartina wî wek Patrîarkê nû yê Dêra Keldanî li cîhanê peyameke pîrozbahiyê ji bo Patrîark Mar Polsê Sêyem Nona şand.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyama xwe de ragehand:
"Bi helkefta hilbijartina we wek Patrîarkê nû yê Dêra Keldanî li cîhanê, em germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we dikin û hêviya serkeftinê di vê erk û berpirsiyariya mezin de ji bo we dixwazin.
Herêma Kurdistanê serbilinde bi pêgeha xwîşk û birayên Keldanî û hemû Xirîstiyanên Kurdistanê. Em tekeziyê li ser pbendbûna xwe ya neguher ji bo bihêzkirina çanda pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê de dikin."
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
