• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Hewramanê hijmareke pasdar û besîcî hatine kuştin

Li Hewramanê hijmareke pasdar û besîcî hatine kuştin
Fermandarê Besîca Hewramanê hatiye kuştin
Duhê çarşem li gundeke Hewramanê pevçûn çê bûye û hijmarek pasdar û besîcî hatine kuştin.

Li gor jêderên nûçeyan ji Rojhilatê Kurdistanê, duhê çarşem li gundê Bilber ya li Hewramanê li Rojhilatê Kurdistanê di navbera hêzên besîcî, spaha pasdaran ya Îranê û komeke çekdarên nenas şev û pevçûn çê bûye.

Di encama şer û pevçûnê de hijmareke pasdar û besîcên Îranî hatine kuştin û di nava kuştiyan de jî Fermandarê besîca Hewramanê Mihemed Kerîmî heye.

Hate zanîn kuçend leşkerên din yên Îranî jî birîndar bûye û biryargeha navendî ya Hemze ku mezintirîn biryargeha leşkerî ya Îranê ye li Rojhilatê Kurdistanê ev nûçe pişt rast kiriye û êrîş xistiye estûyê partiyên Kurdî.

Top