Îranê meşa Kurdan a sibê bo çiyayê Bozê Sîna qedexe kir
Rêveberiya Nahiyeya Sîlwanayê metrisiyên belavbûa vîrusa koronayê weke sedema vê biryarê nîşan daye û diyar kiriye, ji ber vîrusa koronayê çûna cihên geştiyarî di roja Înê de qedexe ye.
Ev biryar di demekê de ye ku weke karvedaneke Kurdan li hember derxistin û avêtina tabloya çiyayê Bozê Sîna û hewla guhertina navî wî çiyayî ji Kurdî ve bo naveke Tirkî, çalakvanên navçeyê bangewazek kirine ku roja Înê 17ê Tîrmeha 2020 xelk bi cilûbergên Kurdî biçin ser çiyayê Bozê Sîna li navçeya Mirgewer.
Bozê Sîna çiyayekî navçeya Urmiyê ye ku 3480 metran bilind e û beriya çend rojan hejmareke Azeriyên tundrew tablyoya wê ya bi navê Kurdî ji kûpîtka çiya derxistibûn û avêtibûn.
Wan kesên Azerî vîdeoyeke xwe jî li ser medyaya civakî belav kiribûn û di wê vîdyoyê de navekî tirkî û li cihê Bozê Sîna ku navê Kurdî yê çiya ye, navê Bozlo Sîna bikar anîbûn.
Piştî belavbûna wan agahiyan û herwiha belavbûna dîmenên vîdyoyî yên derxistina tabloya navê Kurdî yê çiyayê Bozê Sîna, nerazîbûneke berfireh di nava Kurdên Urmiyê de çê bû.
Kurdan li dijî hewlên guhertina navên resen ên çiya û xwezaya herêma Umriyê, kempînek dane destpêkirin.
Li aliyekê din, çalakvanên Kurd di torên civakî de berdewam in li ser kempîna xwe ya bo parastina navê Kurdî yê Çiyayê Bozê Sîna û hunermendên Kurd ên Urmiyê jî bi dengê xwe û bi gotina stranan beşdarî di kempînê de dikin.
Rudaw
