• Sunday, 08 February 2026
logo

ROJAVA - Balafirekê hêzên Rûsyayê bombebaran kir

ROJAVA - Balafirekê hêzên Rûsyayê bombebaran kir
Balafireke bê pîlot a cengî sînorê bajarokê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir û di encama êrîşê de birîndar hene.

Li gor agahiyan, balafireke bê pîlot xaleke hêzên Rûsyayê li navçeya Dirbêsiyê û li ser rêya Dirbêsiyê-Hesekê bombebaran kir.

Peyamnêrê Rûdawê Fehd Sebrî ragihand, di encama êrîşê de 3 serbazên Rûs û 2 endamên hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê birîndar bûne.

Çavkaniyên xwecihî dibêjin, di êrîşê de serbazekî hikûmeta Sûriyê jî birîndar bûye.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir, birîndar bo nexweşxaneyê hatine veguhastin.

Hêzên Asayişê û HSDê li deverê ketine tevgerê û tedbîrên xwe wergirtine.

Peyamnêra Rûdawê Vîviyan Fetah jî beşdarî Bultena Rojava ya Rûdawê bû û têkildarî bûyerê ragihand, xaleke hêzên Rûsya û Sûriyê li başûrê Dirbêsiyê bûye armanca êrîşê û tekez kir, “niha rewş di jêr kontrola hêzên ewlehiyê yên li navçeyê de ye lê êrîş bû sedema alozî û dilgiraniyê li navçeyê. Bombebarana hêzên Rûs li herêmê bûyereke xerîb û nû ye.”

Asayişa Rojavayê Kurdistanê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, ku “balafireke bê pîlot a Tirkiyê” êrîş encam daye.

Di daxuyaniya Asayişa Rojava de tê gotin, êrîş li 1 klîmetriya başûrê Dirbêsiyê û li ser rêya ber bi Hesekê ve çê bûye û “xaleke stratejîk” hatiye armanckirin û di encamê de “serbazekî Rûs û 3 sivîl birîndar bûne.”

Hatiye gotin, ku birîna tevahiya birîndaran sivik e û rewşa wan a tendirustiyê baş e.

Hêzên Rûsyayê hêj derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedane.

Rewangeha Sûrî ya bo Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihandiye, balafireke bê pîlot xaleke serbazî ya berê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk li Dirbêsiyê bombebaran kiriye.

SOHR diyar kiriye, ku balafir a Tirkiyê bûye û destnîşan kiriye, “cihê ku hatiye bombebarankirin, derdora 100 metran dûrî navenda hemahengiyê ya hêzên Rûsya û HSDê li navçeyê bûye.”

Rudaw
Top