• Wednesday, 24 June 2026
logo

Şêrko Talabanî, birazayê Mam Celal: Bafil û Qubad xelata xwe ya xiyanetê wergirtin

Gulan Media April 12, 2026 Nûçe
Şêrko Talabanî, birazayê Mam Celal: Bafil û Qubad xelata xwe ya xiyanetê wergirtin

Dr. Şêrko Talebanî, pismamê Bafil Talebanî ji BasNewsê re ragehand: "Êrîşên ser Herêma Kurdistanê bi hemû bajar û navçeyên xwe ve ji aliyê wan milîsan ve hat encamdan ku Serokê YNKê bi dehan hevdîtin û hembêz kirina li gel berpirsên wan de kiriye û ew wek dost daye nîşandan. Îro jî xelat daye wan û namzetê Bafil hilbijartin. Ev berbijêr tenê ji aliyê eniya çekdaran ve hatiye pejirandin û nûnertiya kurd nake. Ewên ku mûşek li Kurdistanê didan.”

Herwaha aşkera kir: "Ew namzet ji aliyê gelê Kurd ve nayê piştgirîkirin û bi dengên parlamenterên Kurd wekî serokomar nehatiye hilbijartin. Ji ber vê yekê, ew ê ji bo Kurdan ti pozîsyonek nebe. Ji ber vê yekê, ew ê ti pêgeheke wî ji bo Kurdan nebe. Ew ê tenê sûdê bide berjewendiyên cutbiran û berjewendiyên wan biparêze, ne berjewendiyên Kurdan.”

Pismamê Bafil Talebanî ji BasNewsê re got: "Divê ev bûyerane ders bin bo kurên Celal Talebanî û ji wan fêr bibin ku ewqas neçin hembêza serkirdeyên milîsan û hind dijminatiyê neken, lê vegerin bo biratiya li gel kurd, ji ber ku her ew tekane hêviye ji bo mayînê, eger na di vê rewşa zehmet de li navçûna wan misogere. Ji ber ku ya ku îro hat kirin, li dijî yekrêziya gelê Kurdistanê bû, ti Partiyeke Kurdistanî deng neda YNKê ji bilî wan û dûvikên wan, ji ber ku Nizar Komar berbijêrê kurd nebûye bo posta serokomar.”

 

 

 

Basnews

Top