Balyozên Lubnan û Îsraîlê li Waşîngtonê dicivin
Serokatiya Lubnanê belav kir ku Neda Hemade, Balyoza Lubnanê li Washingtonê û Yehiîl Leiter, Balyozê Îsraîlê li Waşîngtonê, bi beşdariya Lisa Johnson (Mîşal Îsa), Balyoza Amerîkayê li Lubnanê ku niha li Washingtonê ye, bi rêya telefonê axivîne.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: ku her du balyoz li ser wê yekê li hev kirine ku roja sêşemê, 14ê Nîsana 2026an, li baregeha Wezareta Derve ya Amerîkayê bicivin.
Armanca civînê: Gotûbêjkirina ragihandina agirbestê û diyarkirina demeke destpêkirina danûstandinên di navbera Îsraîl û Lubnanê de, bi çavdêriya Amerîkayê.
Medyaya Lubnanê bal kişand ser giringiya vê rûdanê û ragihand ku ev cara yekem e pêngaveke wiha tê avêtin û bi awayekî rasterast ji bo ragihandina agirbestê di navbera Lubnan û Îsraîlê de kar tê kirin.
Basnews
