• Thursday, 25 June 2026
logo

Mesrûr Barzanî serdana mala Şehîd Weysî Şêrwanî kir

Gulan Media April 11, 2026 Nûçe
Mesrûr Barzanî serdana mala Şehîd Weysî Şêrwanî kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li bajarê Soranê serdana mala Pêşmergeyê Şehîd Weysî Axir Seîd Şêrwanî kir û sersaxî ji bav û kesûkarên wî re xwest û hevxemiya xwe ji wan re tekez kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 10.04.2026, li bajarê Soranê serdana mala Pêşmergeyê Şehîd Weysî Axir Seîd Şêrwanî kir, ku di êrîşa bi mûşekan a Îranê ya li ser Pêşmergeyan li devera Soranê de şehîd bûbû.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê sersaxî ji bav û kesûkarên Şehîd Weysî re xwest û hevxemiya xwe ji wan re tekez kir.

 

Basnews

Top