Şerê Ermenîstan û Azerbeycanê dîsa destpê kir
Îro 16.07.2020ê berdevkê wezareta berevaniya Ermenîstanê Şuşan Stepanyan ragehand, hêzên artêşa Azerbeycanê hewldane tevgera xwe pêş bixin û bêne pêş û her du gundên Îcbar û Mofsîsyan bombebaran kirine.
Herwaha got, hêzên welatê wan bersivekî tund dane û ‘’Ew tevgera hêzên dijmin, piştî şerekî dijwar naçar kirine ku hêzên Azerbeycanê paşde vekêşin.’’
Li gor zanyariyên çapemeniyê wezaretên her du welatan jî amadebûna xwe nîşan dane bo çareser kirina pirsgirêka li ser navçeya Qerebaxê.
Basnews
