• Monday, 09 February 2026
logo

Şerê Ermenîstan û Azerbeycanê dîsa destpê kir

Şerê Ermenîstan û Azerbeycanê dîsa destpê kir
Şerê navbera artêşa Ermenîstan û Azerbeycanê dîsa destpê kir û her du welat jî dibêjin em amadene pirsgirêk bên çareser kirin.

Îro 16.07.2020ê berdevkê wezareta berevaniya Ermenîstanê Şuşan Stepanyan ragehand, hêzên artêşa Azerbeycanê hewldane tevgera xwe pêş bixin û bêne pêş û her du gundên Îcbar û Mofsîsyan bombebaran kirine.

Herwaha got, hêzên welatê wan bersivekî tund dane û ‘’Ew tevgera hêzên dijmin, piştî şerekî dijwar naçar kirine ku hêzên Azerbeycanê paşde vekêşin.’’

Li gor zanyariyên çapemeniyê wezaretên her du welatan jî amadebûna xwe nîşan dane bo çareser kirina pirsgirêka li ser navçeya Qerebaxê.

Basnews
Top